Dêstpek
Wêne
Helbest
Mûzik Û Hunar
Hêmarang
Kurte Jiyan
Alfabeta Kûrdi
Chatta Kûrdi
Beshdarî
Namên Wê
Peywendi

Ji bû Jiyanek Nû..Jin dibêm ez..Nû Jiyanek nû

KURDISTAN

Hêmareng       Hêmareng        Hêmareng

Hêmareng

 

Jiyan û xebata li Binxetê (Kurdistan a Sûrya yê)

 
 


Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewsa gelê Kurdistanê bas nas kiriye.


Di sala 1927an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.


Di sala 1928an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.

Di sala 1936an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin(Çêlek û Cehenem).


Di sala 1937-1938an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepês çû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.


Di sala 1946an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamislo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr.Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr...

Di sala 1948an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komonîst a Sûrya yê.
Di sala 1949an de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.
Di sala 1950an de Cegerxwîn dikeve Civata Astîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike.
Di sala 1954an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.


Di sala 1957an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û pistî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.


Di sala 1959an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî.
Di sala1962an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û pistî pêlakê tê berdan.

Di sala 1963an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê pistî pêlakê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û disînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê pistî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.

Di sala 1969an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav sorisa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne.
Di sala 1970yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê.
Di sala 1973an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike.

Di sala 1976an de Cegerxwîn vedigere Sûrya yê û heta sala 1979an li wir dimîne.


1.Aqilê Sivik barê girane
2.kesî qala gurî nedikir rabû di devê  kaniyê de gû kir..!!!
3.Rovî ne çû qulê, hejek bi teriya xwe vekir.
4.Xwelî li wî serî ku hefit serî jê  ne êşin
5.Kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe
6.Xeta xwer ji gayê pîre
7.Tas hat û çengirî çi tije û çi vala
8.Serê ne êşe dismalê lê girê mede.
9.Şêr şêre çi jin çi mêre.
10.Ez zanim û tu zane!!
11.Kîr bi pa
ç
ka mezin nabe
12.Va şar û va minşar
13.Tir li ku û das li ku
14.Şîreta bûk û xeswêye
15.Bira biraye bazar xuyaye
16.Hespê çê êmê xwe zêde dike
17.Bi pirs ji kalê zemana û ji xortê geryayî
18.Terpiyê min li xwe nek têde tir û fisa nek
19.Şam şekire welat şêrîntire
20.Bi pirsê mirov dighê xursê
21.Şûjna di çavê xwed nabîne derzya di çavê xelkê de dibîne
22.Ne hesil kil û kildane hesil dihêl û badane
23.Kevrê havîna bavêj pişt kulîna
24.Bilûra liber gaye çira liber kûraye
25.Mih bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe
26.Piştî baranê ser ga cil kir
27.Bûka liser hespê kes nizane nesîbê kê
28.Mih bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe
29.
Ez dibêm çi û tembûra min dibê çi?
30.
Xwedyê sebrê bû melekê misrê