Dêstpek
Wêne
Helbest
Mûzik Û Hunar
Hêmarang
Kurte Jiyan
Alfabeta Kûrdi
Chatta Kûrdi
Beshdarî
Namên Wê
Peywendi

Ji bû Jiyanek Nû..Jin dibêm ez..Nû Jiyanek nû

KURDISTAN

Bejdarî

Lihevhatinek

 

Girinjîn

û girîn

pêrgî hev bûn.

Girîn pê keniya

û

ew di bin barana xwe

gevizand

g

e

v

i

z

a

n

d

 xerîbî

 

Aşên zivronek

roj bi roj

 tovên dûrbûnê,

 bin baranê mayi

 dihêrandin,

dicûtin.

û cotkarên şaristanî

di tenûra bendewariyê de

temenê me

disûtandin…

  roj

Gulên berbiroj

li hêviya rojê man..

Lê roj

dereng ma..

wan jî

(Lava Derwish)

 


ŞÎRAV     

1.12.2004

Şîrav di barê di miĵandina

wan lêvên tenik de

wan lêvên şahîk

Di kaniya xewnê de diramîsim

Memkên ser aze û gerdena naz

Ĵi min dûr nekev ey yar

Bê te li dil dibe ar

Miĵandina ew lêvên te di kevim

Derya bê binî

Derya evîna gevastî

Can û ceger bê hedan dimîne

Xweşke li min şevîn

Ey yara hemî dilvîn

Peyala ava ĵînê zelal dibe

Temarên dil ĵi xwînê tarin

Ĵi evîna te harin

Lêv li ber hev bê zarin

Min himbêz bike

Şevîn dibhure

Windaneke dema min û xwe

Ĵi şîrava te têr nabim

Ey yara dev li ken

Li ser sînga te di çinim

Gulên baxa û gez

Gulav dibe şîrav

Li min û te şev dirêĵe

Veke gerdenê

Peyvê xweş tû bêĵe

Dilê min gelek zîze

Sînor çi dibêĵe

Can hev dixwaze

Şev digere wekî gêĵe

(Dildar Îsmalil)

 

 

Xewn?!

Di xerîbiya xewnê da..
Min welatê xwe dît
Di çavên te da
Min welatê xwe dît…
Bihîst..
hat …
çirisî..
şewitî..
vemirî..
Wenda dibû  ..
çû…

Stêrên eniyê
Payizek xemgîn diweşand
Çavên kenok
Sozek didan:
Berxwedan..
Buhar…
Valantîn..
û  hezkirin

Barana xewnê
Dîsa çavên  min dişo
Dengê stranekê..
Melodiyek kevnenûjen
Ji dûr dihat bi renge:
Kesk..
sipî..
sor..
û zer..

(Lava Derwish)

                                                    Çile

 Çîrok

(Lava Derwish)

Ez ji dibistanê  divegeryam malê. Diber  kolanan re dimeşyam, koçeyen kevnepîr nîvşikestî  û kortikên ava baranê li xwe dihewandin, herriyek çespin dikir cezman de.
Ji nav wan çal û çeperan derbasdibûm.
Ez rast derya sipî  dihatim, ew  çalek mezine tije ava baranê bûye û me ji ew nav lê kirye  .
Bi gavên mezin min xwe ji wir xelas dikir.
Ew kuçeyen zirav u dirêj li vî  alî  xaniyên axê û  li wî  alî  xaniyên çemento.
Domana agirê sopa ji serê bana derdiket û  bihna xwarinên xweş, dihişt ku ez gavên xwe mestir  bikim, min dilezand ez xwe bighênim malê .
Aax .. anha ez herim ku diya min ya dilovan şorbe çêkirya û  li benda me ya. Û bavê min xwe pal daye li  gel birayê min ye biçûk dileyze û çîroka gur u rovî jê re dibêje.
Bave min carê ji min re cîroka şûjinê digot û  min bi delalî  xwe rica dikir ku ew gotinên min dubare mekê û  çîroka şûjinê bêje. Ez li ser pişta xwe dikirim u stranên gelêrî digotin.
Û ew sobe weke bûkek zivistanê di nîva odê gurgur a wê .  Min sare.
Ew zaroka  li pişt bencerê dîq dikir û  bi tilyka xwe dinvîse a b c …. û  zimanê xwe derdixe ji zarokên din re ên ku bi rêve diçin  û tên ji dibistanê.
Ax, kengî  ez dê bighêjim malê. Ev rojeke dirêj bû û ez westiya me.
Min ji xwer xweş dikir û  gavên xwe mezin dikirin. Ez gihame ber derîzana  malê.
Min dît stûnekî  xet xetî  sor u sipî  bi pehnayê devê rê girtye  zarokên reş, sipî, sor û  yên çav çînî   bi gokê dileyzin û bi zimanekî  biyanî  dipeyivin.
Kalekî  ku salan emr zû bi zû je dizî  bû pişta xwe ya qels da ye dîwarê avahiya mezin  u li hêvya rokê ye ku ew xwe germ bikê.
Valahiyek giran xwe berda ser bedena min  . pencer ne bûn, û ne jî  zaroka navê xwe dinvîsî  û ne çîroka şûjinê hebû  . Tenê textikek sipî  hebû  ku bi tîpên gir li ser hatiye nivisandin:
sentera penaberan.

Daxwîani

Dî vê Rûpele Dê, Her Kêse Bûxaze Dîkare (Helbest-Cirok-Hozan-Shano-Teshtonek-...)Ji merê beshine, u Emê Damzrînin Di Vê Rûpele Dê, Ji Buna Her Kas Bikaribe Bixwinê u Nerine Xwê Ser Bide... 

Hûn Dîkarin Beshinen Ser Vê E-Mailê u Eme Geleki Kaif Xwsh Bîn.

radwan_alijan@msn.com Your text goes here.

 

 

radwan



mouse